Netanyahu ji bo pistgiriya peymana ligel Îmaratê spasî li 3 welatan kir

15 tebax 2020 00:01
Netanyahu ji bo pistgiriya peymana ligel Îmaratê spasî li 3 welatan kir

PeyamaKurd – Piştî ku doh 13ê Tebaxê Peymana Aştiyê ya navbera Îsraîl û Îmaratê hat ragihandin, karvedaneke mezin li cîhanê bi taybet jî li Rojhilata Navîn çêkir.

Tevî dijderketina welatên wekî Tirkiyê jî welatên Misir, Umman û Behreynê piştgiriyeke xurt dan peymana Îmarat û Îsraîlê ku Serokê Amerîka Donald Trump jî wekî Peymaneke Dîrokî bi nav kiribû.

Welatên Misir, Umman û Bahreynê pişgirî dan peymanê û kêfxweşiya xwe anîn ziman.

Li ser van daxuyaniyan, Serokwezîrê Israîlê Binyamin Netanyahu li ser twitterê spasiya wan welatan kir.

Li aliyê din Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî bertek nîşanî peymanê da û got, kiryarên Îsraîlê yên li dijî Filistînê qet nayên pejirandin û diyar kir, “Ji bo rawestandina têkliyên dîplomasî yên ligel Îmaratê vekişandina sefîrê me di rojevê de ye.”

Piştî vê daxuyaniya Erdogan gelek rexne hatin kirin ku Tirkiye bixwe di nav danûstandineke dîplomasî û bazirganî ya ligel Îsraîlê de ye û bi ser de gefê li Îmaratê dixwe.