Netanyahu Hûsî tehdît kirin: “Dê berdêlên giran bidin”

20 berfanbar 2024 17:32
Netanyahu Hûsî tehdît kirin: “Dê berdêlên giran bidin”

PeyamaKurd – Î​​​​​​sraîl danê sibê zincîre êrîşên tolhildanê pêk anîn û 2 santralên elektrîkê li paytexta Yemenê Sana û 3 benderên parêzgeha Hudeyda ya peravê kirin armanc, gefa armanckirina lîderên grûpa Hûsî, ku paytext û piraniya bakurê welêt kontrol dike.

Di demekê de ku koma bi piştgirîya Îranê îdia kir ku wê 2 mûşekên balîstîk hevdem ligel êrîşan avêtine Îsraîlê, Tel Avîvê ragihand ku sîstemên berevanîyê yên wê mûşek têk birine û serê mûşekê di dibistanekê de teqiyaye û ziyaneke mezin gihandiye, lê ti ziyanên canî çênebûne. Serokwezîrê Îsraîl Benjamin Netanyahû hişyarî da Hûsiyan û got, her kesê ku destê xwe li Îsraîlê bigire dê berdêleke pir giran bide. 

Netanyahu di daxuyaniya xwe de wiha got: “Piştî Hamas, Hizbullah û rejîma Esed li Sûriyê, Hûsiyan hema bêje şaxê dawîn ên eksena xerab a Îranê ne. Hûsî bi awayekî dijwar fêr dibin ku kî destê xwe bide Îsraîlê dê berdêlekî pir giran bide.”