Netanyahû: Em li hember Hemasê bi ser ketin, heger dîsa mosekan bavêjin...

21 gulan 2021 20:03
Netanyahû: Em li hember Hemasê bi ser ketin, heger dîsa mosekan bavêjin...

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû, li ser agirbesta ku bi navbeynkariya Misirê ligel Hemasê hatiye ragihandin daxuyanî da.

Netanyahû got ku êrîş û operasyonên Îsraîlê yên bi ser Xezeyê de, zirareke mezin dane Hemasê û ew bi ser ketine.

Netanyahî herwiha da zanîn ku wê bi demê re serkeftina wan a dijî Hemasê derkeve holê û got, “Dikarim bêjim ku me tiştên wêrekî kiri; heger pêwîst ba em dikaribûn ji bejahî ve jî dagir bikin. Lê belê fikirîm ku em dikarin bi rêyên ewletir jî bigihin armanca xwe.”

Serokwezîrê Îsraîlê hişyarî jî da Hemasê û diyar kir ku heger ji Xezeyê ji nû ve moşek bên avêtin, ew dê bersiveke tund bidin.