Netanyahu: Em ê li dijî Hûsiyan jî têkevin tevgerê!
PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku ew ê li dijî Hûsiyan jî mîna êrîşên li ser Îranê têkevin tevgerê.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu roja Yekşemê (Îro) piştî moşeka ku ji Yemenê hat avêtin û li Tel Avîvê ket û di encamê de 16 kes birîndar bûn, soz da ku wê bi "hêz û biryar" li dijî Hûsiyan tevbigerin.
Netanyahu di vîdyoya ku ji ofîsa xwe hat weşandin de wiha got:
"Çawa ku em bi tundî li dijî şaxên çekdar ên eksena xerab a Îranê tevgeriyan, em ê jî bi heman hêz, biryardarî û jîrî li dijî Hûsiyan tevbigerin."
Netanyahu diyar kir ku ew ê vê carê bi tena serê xwe tevnegerin û got, "Mîna me, Amerîka û welatên din jî Hûsiyan ne tenê ji bo rêwîtiya deryayê ya navneteweyî, ji bo nîzama navneteweyî jî wek tehdîd dibînin."

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin