Netanyahû bo êrîsa Samê: Li ti deverekê parêzbendiya Îranê nîne!

25 tebax 2019 16:24
Netanyahû bo êrîsa Samê: Li ti deverekê parêzbendiya Îranê nîne!

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahû piştî êrîşa Îsraîlê ya bi ser binkeyên rêxistina îranî Feyleq El Qudis li derdora Şamê, daxuyanî da û got, wan êrîşa milîşeyên şîe ya dijî Îsraîlê pûç kiriye.

Netanyahû li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand, “Ez dubare dikim. Li ti deverekê parêzbendiya Îranê nîne. Hêzên me li hemû qadan li dijî êrîşkariya Îranê di nav hewlan de ne. Heger kesek bixwaze te bikuje, pêşî tu wî bikuje.”

Netanyahu herwiha got ku wî ji hêzên Îsraîlê xwestiye ‘Ji her senaryoyê re amade bin. Em dê bi Îranê re û dijî gefên li ser ewlekariya Îsraîlê hewlên biryardarî û berpirsiyarî berdewam bikin.”