Nemsayê Sezgin Baran Korkmaz radestî Amerîkayê kir
PeyamaKurd – Nemsayê karsaz Sezgin Baran Korkmazê ku bi sipîkirina pereyan tê tohmetbarkirin, bi armanca darizandinê radestî Amerîkayê kir.
Amerîkayê ji ber tawanên spîkirina pereyan û revandina bacê, dozek di derbarê Korkmaz de vekiribû. Di çarçoveya wê dozê de, Amerîkayê ji Nemsayê xwestibû ku Korkmaz bê girtin. Li ser daxwaza Amerîkayê, Korkmaz di 19ê Hezîrana 2021ê de li Nemsayê hat girtin.
Wezareta Dadê ya Amerîkayê diyar kir, Nemsayê Sezgin Baran Korkmaz radestî wan kiriye.
Hêjayî gotinê ye, Sezgin Baran Korkmaz yek ji wan karsazan e ku li Tirkiyê bi tohmeta sipîkirina pereyan derbarê wî de biryara girtinê hatiye dayîn û dest bi ser mal û milkê wî de hatiye girtin. Herwiha pêwendiya Sezgin Baran Korkmaz bi hejmareke berpirsên AKPê re hebû û çendîn wêneyên wî bi Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan re jî hene.
Li gor biryara Dadgeha Welsê ya Nemsayê ya 24ê Tebaxa 2021ê dabû, Sezgin Baran Baran Korkmazê xwediyê Holdînga SBK ku bi sipîkirina 133 milyon dolarên Amerîkî tê tohmetbarkirin, radestî Tirkiyê bike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin