Neçîrvan Barzanî sersala Sabîî Mendaiyan pîroz kir

19 tîrmeh 2020 03:26
Neçîrvan Barzanî sersala Sabîî Mendaiyan pîroz kir

PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê bi sedema sersala Sabîî Mendaiyan, sersala wan pîroz kir. Barzanî di peyama xwe de weha got:

“Sersala Sabîî Mendaiyan ya mezin yên temamên di baweriya wan de li Iraqê û seranserê dinyayê li temamê birayên xwe pîroz dikim. Bo wan kesên di baweriya Sabiiyan de hûzûr, aramî û bextewerî dixwazim û sala wan ya nûh bila bi bereket derbas bibe.”

Sabîî li Kurdistanê dijîn û berê jî Kurdên ku di wê baweriyê de bûn hebûn. Piraniya wan li Kerkûkê dijîn û gelek caran rastî êrîşên İŞİD ê hatine.

Ola Sabiiyan yekxwedayiye û heya Hz. Îbrahîm bi temamên pêxemberan bawerin. Di merasima xwe ya olî de xwe bi ava herikandî paqij dikin. Di merasimê de bi temamî cilên sipî li xwe dikin. Esas di baweriya xwe de tabi’ê reqem 7 in. Kenza Rebba pirtûka wan ya pîroze. Di pirtûkê de du beş hene: Beşa ewilî afirandin û îbadete û ya duyê haram, helal û wezîfeyên olî hene.