Nêçîrvan Barzanî piştgirî da rapora komîsyona pêvajoyê

25 sibat 2026 16:39

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştgiriya xwe ji bo rapora ku ji aliyê komîsyona pêvajoyê ve hatiye pejirandin, ragihand.

Nêçîrvan Barzanî piştgirî da rapora komîsyona pêvajoyê

RûpelNews - Di daxuyaniyeke nivîskî de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştgiriya xwe ji bo Rapora Komîsyona Hevgirtin, Biratî û Demokrasiyê ya Neteweyî ku di bin sîwana Parlamentoya Tirkiyeyê de hatiye damezrandin, anî ziman.

Nêçîrvan Barzanî, tekez kir ku ev yek wek gaveke girîng a ber bi aştî û çareseriyê ve dibîne, got: "Pêşxistina zimanê siyasî û diyalogê û pabendbûna bi çareseriyeke aştiyane re, ji bo avakirina aramiyeke mayînde ku di berjewendiya tevahiya herêmê de ye, binemayên sereke ne."

Nêçîrvan Barzanî hew wiha got, “Em weke Herêma Kurdistanê weke her caran cext li piştgirî û hevkariya xwe ji bo her hewl û gavekê dikin ku armanc dike pirsgirêkan bi riyên aştiyane çareser bike û asoyek nû ji bo biratî û pêkvejiyanê veke.”

Di dawiyê de, Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir ku ew hêvî dikin Parlamentoya Tirkiyeyê dê gavên din bavêje ji bo misogerkirina baweriyeke mezintir û anîna wê aştiya ku her kes dixwaze.

Rapora komîsyonê 18ê Sibatê hatibû pejirandin.