Neçîrvan Barzanî: Ji bo yekbûna Pêsmerge wê xebat dewam bikin

19 tîrmeh 2023 22:55
Neçîrvan Barzanî: Ji bo yekbûna Pêsmerge wê xebat dewam bikin

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî fermandarê giştî yê hêzên koalisyona navdewletî yê ji Iraqê û Sûriyê berpirs general General Matthew McFarlane û heyeta pêre qebûl kir.

Her dû teref li ser pêvajoya reformên di wezareta Pêşmerge de, yekkirina hêzên Pêşmerge, rêxistina wan, astengiyên li pêşiya wan û li ser çareseriya pirsgirêkan axifîn. Hat ragihandin ku reformên divê bi wezareta Pêşmerge de dimeşin, ne li gor bernamê dimeşin û behsa pirsgirêkan kirin.

Nêçîrvan Barzanî got ku tevî hemû astengiyan wê hewl bidin ku pêvajoya reformê biser bixin. Barzanî ji ber hewlên xebat û teşwîqên Amerîkayê sipasiya wan kir.

Di hevdîtinê de balyozê Amerîkayê yê Hewlêrê Irvin Hicks jî amade bû û her dû teref li ser pêwendiyên Hewlêr-Bexda, rewşa herêmê û mijarên ku her dû terefan eleqedar dikirin axifîn.