Nêçîrvan Barzanî ji bo Salih Muslim: Liderêkî diyarê kurd bûn

11 adar 2026 21:08

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, piştî koça dawî ya siyasetmedarê kurd Salih Muslim, peyama sersaxiyê belav kir û bal kişand ser rola wî di tekoşîna mafên gelê kurd de.

Nêçîrvan Barzanî ji bo Salih Muslim: Liderêkî diyarê kurd bûn
Nêçîrvan Barzanî

RûpelNews - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, piştî koça dawî ya siyasetvanê kurd Salih Muslim, peyama sersaxiyê belav kir û bal kişand ser rola wî di tekoşîna mafên gelê kurd de.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo koça dawî ya Endamê Konseya Hevserokatiya PYDyê Salih Muslim, ku li Hewlêrê koça dawî kir, peyama sersaxiyê belav kir.

"Ji bo mavên gelê kurd xebat kir"

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de sersaxî li malbat, kesûkar û hevalên wî kir û got ku Salih Muslim jiyana xwe di xebata siyasî de ji bo bidestxistina mafên rewa yên gelê kurd derbas kir.

"Rolekê girîng bûn"

Wî diyar kir ku Salih Muslim wek liderêkî diyar ê kurd li Sûriyê de qonaxên cuda yên tekoşînê de rolek girîng lîst.

Barzanî di dawiya peyama xwe de ji sabir û arami ji bo malbat û dostên wî xwest.

Salih Muslim, endamê Konseya Serokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û hevserokê berê yê partiyê, vê êvarê li Hewlêrê koça dawî kir.