Nêçîrvan Barzanî ji bo hevdîtina bi Erdogan re li Stenbolê ye

21 hezîran 2019 15:20
Nêçîrvan Barzanî ji bo hevdîtina bi Erdogan re li Stenbolê ye

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (20.06.2019) ji bo hevdîtinên fermî li Stenbolê ye.

Nêçîrvan Barzanî ji bo hevdîtina bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re gihişt Stenbolê.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan şeva borî beşdarî weşana zindî ya hejmarek kanalên televîzyonê û medyayên civakî bû û derbarê mijarên di rojeva Tirkiyê de axivîbû û ragihandibû ku wê sibe (îro) (21.06.2019) Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Tirkiyê dike û hevdîtinekê pêk bînin.

Nêçîrvan Barzanî yê ku 10ê Hezîran sonda yasayî xwaribû û bi fermî dest bi Serokatiya Herêma Kurdistanê kiribû û duh roja pencşemê serdana xwe ya ewil bo Bexdayê kiribû.

Nêçîrvan Barzanî bi vê serdanê Stenbolê bo cara yekem wekî Serokê Herêma Kurdistanê serdana welatekî dike ku ew jî Tirkiye ye.