Nêçîrvan Barzanî: Êrîsa Hesda Seibî ya ser balyozxaneyê nayê qebûlkirin

01 rêbendan 2020 19:31
Nêçîrvan Barzanî: Êrîsa Hesda Seibî ya ser balyozxaneyê nayê qebûlkirin

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, daxuyaniyek li ser êrîşa Heşda Şeibî bi ser balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê de belav kir.

Barzanî got, “Bi nîgeraniyeke kur li rûdanên vê dawiyê û êrîşa li ser balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê dinêrin ku karekî bi temamî ne cihê qebûlkirinê ye û berjewendiyên Iraqê dixe jêr metirsiyê.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî xwepêşandanên medenî weke mafekî destûrî pênase kir û diyar kir, “Lê belê bikaranîna tundûtûjî, êrîş û reftarên ne berpirsane bi armancgirtina balyozxaneyê û şandên dîplomatîk,  pêşhatên metirsîdar in.”

Nêçîrvan Barzanî di beşeke din a daxuyaniyê de, Amerîkî û hevpeymanan bi dostê Iraq û Herêma Kurdistanê bi nav kir û wiha pê de çû:

“Amerîkî dost û hevpeymanên Iraq û Herêma Kurdistanê ne û hevbeşekî sereke bûn di rizgarkirina Iraqê de û serkeftina bi ser terorîstên El Qaîde û DAIŞê de. Ji bo berengarbûna metirsiya teror û parastina berjewendiyan, niha jî Iraq û Herêma Kurdistanê pêwîstî bi piştevanî û hevkariya Amerîka û hevpeymana navdewletî heye.”

Nêçîrvan Barzanî di berdewamê de got, “Şandên welatan û dîplomatkar, mêvanên Iraqê ne, divê parastî û rêzlêgirtî bin. Em daxwazê ji aliyê berpirs dikin, erkên xwe yên parastinê cîbicî bikin û rê nedin êrişî balyozxane, sazî û şandên dîplomatkar bê kirin.”