Nêçîrvan Barzanî bi Wezîrê Karên Derve yê Erebîstana Siudiyê re civiya
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Konferansa Asayîşa Munichê de, bi Wezîrê Karên Derve yê Erebîstana Siudiyê Şahzade Feysel Bin Ferhan El Suud re civiya.
Her du aliyan di civînê de rewşa niha ya Iraqê gotûbêj kirin û Wezîrê Karên Derve yê Suudiyê dûpat kir ku welatê wan bi girîngî li rewşa Iraqê dinêre û xemxurî û daxwaza Siudiyê nîşan da ji bo ku Iraq bikarê rola xwe bibîne û bibe yek ji xalên aramiyê ya li navçeyê.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî eşkere kir, ji bilî derbirîna pêzanînên ji bo nêrîn û helwesta Siudiye, daxwaza Herêma Kurdistanê ya ji bo zêdetir pêşxistina pêwendiyên li gel Erebîstana Suudiye derbirî û silav û rêz pêşkêşî serkirdayetiya Siudiye kir.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin