Naveroka civîna Kushner û Erdogan askere bû
PeyamaKurd - Şêwirmend û Zavayê Serokê Amerîkayê Jared Kushner bi Serokomarê Recep Tayîp Erdogan li Tirkiyê civiya. Hat ragehandin, pêwendiyên du alî û mijarên Rojhilata Navîn hatine rojevê.
Şêwirmendê Serokê Amerîkayê Jared Kushner di çerçoveya serdana welatên Rojhilata Navîn de li Tirkiyê bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan re civiya.
Koşka Spî da zanîn, di civîna bi Erdogan re Şêwirmendê Trump, Jarek Kushner, Nûnerê Taybet ê Trump bo Rojhilata Navîn Jason Greenblatt û Nûnerê Taybet ê Amerîka bo Karûbarên Îranê Brian Hook amade bûn.
Koşka Spî da zanîn, di civînê de pêşxistina pêwendiyên navbera herdu welatan û hewlên Enqere û Washingtonê yên ji bo pêkanîna aştiyeke mayînde û çareserkirina pirsgirêka di navbera Îsraîl û Felistînê de hatine gotûbêjkirin.
Piştî hevdîtina Kushner û Erdogan daxuyanî nehat dayîn, li gor nûçeyên medya Tirkiyê, nakokiyên sereke yên navbera Tirkiye û Amerîkayê yên wek herêma ewle li bakurê Sûriyê, sîstema S-400, dorpêçiya ser Îranê mijarên sereke yên hevdîtinê bûn.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin