Navenda Hevkariyê ji bo roja Semiyê banga grev û xwepêsandanên seranserî kir

19 cotmeh 2022 21:56
Navenda Hevkariyê ji bo roja Semiyê banga grev û xwepêsandanên seranserî kir

PeyamaKurd - Navenda Hevkariyê ya Partiyên Rojhilatê Kurdistanê bangewazî kir ku roja Şemiyê ligel Ewropayê, li Îran û Rojhilatê Kurdistanê greva giştî û xwepêşandan bêne kirin.

Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê, îro Çarşemê ragihand, di duyemîn meha xwepêşandanan de, bila xelkê Kurdistan û Îranê bi greva giştî û xwepêşandaneke seranserî bersiveke guncaw bidin kuştina zarokan û girtina xelkê û tepeserkirina xwepêşanderan ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve.

Navenda Hevkariyê ji aliyên siyasî û saziyên sivîl ên Îranê xwest ku piştevaniya banga wan bikin.

Herwiha piştevanî li banga Berdevkê Malbatên Qurbaniyên Balafira Ukraynî Hamid Îsmaîliyûn jî hat kirin û hat xwestin ku roja Şemiyê li Berlînê xwepêşandeke berfireh birêve biçe.

Navenda Hevkariyê bang li hemû gelên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê kir ku roja Şemiyê di demjimêr 12:00an de li hemû bajaran dest bi grev û xwepêşandanan bikin, ji bo “bersiva tundûtûjiya rejîma Îranê û kuştin û girtina xwepêşanderan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve.”