Navenda Dîasporaya Kurd projeya perwerdeya zimanê dayikê da destpêkirin

30 tebax 2021 20:40
Navenda Dîasporaya Kurd projeya perwerdeya zimanê dayikê da destpêkirin

PeyamaKurd – Navenda Dîasporaya Kurd ligel Wezareta Perwerdeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê projeya perwerdeya zimanê dayikê ji bo zarokên Kurdên dîasporayê da destpêkirin.

Li gorî projeya ku ji aliyê Navenda Dîasporaya Kurd bi hevkariya Wezareta Perwerdeya Kurdistanê hatiye danîn de, wê zarokên Kurd ên derveyî welat perwerdeya zimanê dayikê ya fermî bi awayekî online bê dayîn.

Hat diyarkirin ku wê bi zaravayên Soranî û Bahdînî dersên zimanê Kurdî bên dayîn ku mebest  jiyandina zimanê Kurdî li nav Kurdistaniyên derveyî welat e.

Herwiha Navenda Dîasporaya Kurd ragihandiye ku wan kampanyayeke bi navê, “Ez Kurd im” jî dane destpêkirin ku mebesta wê jî ew e, Kurd li şûna nasnameya Îranî, Iraqî, Tirkî û Sûrî bi nasnameya xwe ya Kurdî xwe bidin naskirin e.

Kürt ismiyle resmi bir kaydın bulunmadığı belirtilen açıklamada, Kürtlerin diğer ulusların tebaası olarak görüldüğü ifade edildi.