Navên 25 namzedên serokomariya Iraqê bi fermî hat eskere kirin

31 rêbendan 2022 22:07
Navên 25 namzedên serokomariya Iraqê bi fermî hat eskere kirin

PeyamaKurd - Desteya Bilind a Niştimanî ya Lêpirsîn û Dadperwerî ya Iraqê eşkere kir, navê 25 namzedên serokomariya Iraqê yên lêkolîn li ser wan hatiye kirin bo parlamentoyê hatine şandin. Piştî vê daxuyaniyê parlamentoyê jî navên namzedan eşkere kir.

Di daxuyaniya Desteya Bilind a Niştimaniya Lêpirsîn û Dadperwerîya Iraqê ya îro Duşemê hatiye belavkirin de hat ragihandin, li gorî yasaya hejmara 10 a sala 2008an lêkolîn li ser navên berbijêrên serokomarê Iraqê hatiye kirin.

Piştî daxuyaniya Desteya Bilind Encûmena Nûneran a Iraqê jî navê namzedê posta Serokkomarê Iraqê eşkere kirin ku ji 25 namzedan 10 ji wan Kurd in û namzedê herî li diyar jî namzedê PDKê Hoşyar Zêbarî ye.

1- Xalid Sidîq Ezîz Mihemed

2- Feysel Muhsin Ebûd El-Kelebî

3- Şehab Ehmed Ebdullah El-Naîmî

4- Husên Ehmed Haşim EliSafî

5- Ehmed Nûh Imran El-Rebî'i

6- Ehmed Yehya Casim Ciweyid El-Saidî

7- Sebah Salih Seîd

8- Kazim Xezîr Abbas Dewaxna

9- Rizgar Mihemed Emîn Heme Seîd

10- Gelawêj Elî Emîn Pîre

11- Loey Abd El-Sahib Ebdulwehab Muhsîn

12- Rêbwar Ebdilrehman Wasta Salih

13 - Hamza Birysim Sijêl El-Amamorî

14- Huşyar Mehmûd Mihemed Mistefa Zêbarî

15- Husên Muhsin Elwan El-Huseynî

16- Ebdulletîf Mihemed Cemal Reşîd Şêx Mihemed

17- Omer Sadiq Mistefa Mecîd El-Abdullî

18- Berhem Ehmed Salih

19- Saêr Xanim Mihemed Elî

20- Îqbal Ebdullah Emîn Fetlawî

21 - Xedîce Xeda Yexş Esed Qelwis

22- Cebar Husên Casim

23 - Hadî Abd Husên Seddam Ferîcî

24 - Reid Xezîr Defak Sayil

25 - Umîd Ebdulselam Qadir Taha Palanî

Parlamentoya Iraqê 7ê Sibatê ji bo hilbijartina serokomarê nû yê Iraqê dicive û di nav namzedan de yê herî li pêş namzedê PDKê Hoşyar Zêbarî ye ku tê çaverêkirin di dengdana parlamentoyê de bibe serokomarê nû yê Iraqê.