Navça Foça ya Îzmîrê li ber lehiyê çû
23 cotmeh 2025 23:01
PeyamaKurd – Barana zêde kir ku li navça Foça ya Îzmîrê lehî rabe. Di rabûna lehiyê de kesê bi navê Bülent Kaptanoğlu (70) bi ereba xwe ve di bin avê de ma. Ereba wî hat dîtin lê niha lê digerin bê çi bi serê wî hat.
Li navça Foçayê serê m2 yê 120 kîlo baran bariya û li taxên Mustafa Kemal Atatürk, Fevzi Çakmak û Cumhuriyetê gelek xanî û kargeh di bin avê de man.5 kesên asê mabûn ji aliyê tîmên pênwedîdar de hatin rizgarkirin.
Dezgeya AFADê bi 587 xebatkarên xwe û 265 alavên xwe ve xebata xwe dewam dikin. Ji rêvebiriyên bajarên Manîsa û Muğlayê yên AFADê tîmên lêgerîna binê avê hatin wezîfedarkirin da li kesên wendayî bigerin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Li navça Selçuk a Îzmîrê 5 xwusk û bira can dan
11 mjd 2024
Jiyan
Navça Foça ya gestûguzariyê di nav dûmana agir de wenda bû
05 cot 2024
Koçber
Wê YE bi nirxê 100 hezar Euro alîkariya mexdûrên lehiyê bike
24 brf 2025
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin