NATO budçeya xwe 100 mîlyar dolar zêde dike

30 rêbendan 2019 00:31
NATO budçeya xwe 100 mîlyar dolar zêde dike

PeyamaKurd- Sekreterê giştî yê NATO yê Stoltenberg ragihand ku endamên NATO yê qebûl kirine da di nava du salên pêşiyê de, budeçe ya NATO yê 100 mîlyar dolar zêde bikin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump bi sedema ku endamên NATO yê berpirsiyariya xwe ya darayî di nava NATO de nedianîn cî, wan rexne kiribû. Piştî rexneyê sekreterê NATO yê Jens Stoltenberg ragihand ku wê endamên wan yên di derveyê Amerîka de, di nav du salan de, budçeya xwe bi miqdarê 100 mîlyar dolarî zêde bikin. Stoltenberg weha got:

“ Bi pereyên han em encaman dibînin. Peyama serok Trump bandoreka zêde kir. Endamên NATO yê dengê serok bihîstin û ketin nav tevgerê.