NASAyê ji asman wêneyê Gola Urmiyê girt

26 hezîran 2020 00:01
NASAyê ji asman wêneyê Gola Urmiyê girt

PeyamaKurd - Ajansa Fezayê ya Amerîka NASAyê wêneyekî Gola Urmiyê yê ji fezayê belav kir. Di wêne  de Gola Urmiyê ya li Rojhilatê Kurdistanê bi awayekî zelal xuya dike.

Astoronotê NASAyê Eqîd Deg Herlî ku ji asîman wêne girtiye li ser wêne nivîsandiye, “Gola Urmiyê li bakurê Rojavayê Îranê".

Wêneyê NASAyê bi awayekî zelal nîşan dide ku hêj li beşeke Gola Urmiyê jiyan heye û ji hişkbûnê rizgar bûye.

Gola Urmiyê li Rojhilata Navîn gola herî mezin ku di cîhanê de jî di mezinahiyê de di rêza 6an de ye. Rûberê gola Urmiyê 5 hezar û 200 kîlometre çargoşe ye, dirêjahiya wê 140 kîlometre û berfirehiya wê jî 55 kîlometre ye ku kûrahiya wê digihîje 16 metreyan.

Gola Urmiyê bi salan e li hemberî hişbûnê têdikoşe ku di van demên dawî de beşeke mezin ji golê dîsa bi avê tije bûye.