NASA pistî 10 salan 27ê Gulanê bi SpaceXê Astronotan disîne fezayê
PeyamaKurd – Ajansa Fezayî û Asmanî ya Amerîkayê (NASA) piştî nêzî 10 salan cara yekem ji Stasyona Navnetewî ya Fezayê (ISS) astronot dişîne fezayê.
Li gorî daxuyaniya NASAyê, "Wê SpaceX, astronotên bi navên Doug Hurley û Bob Behnken 27ê Gulanê ji ser ISSê ji Navenda Fezayî ya Kennedy ya li Florîdayê bipekîne fezayê.”
NASAyê ragihand ku piştî rawestandina bernameya fezayê li 2011an, ji ser erda Amerîkayê cara yekem moşekeke astronot tê de ne bo fezayê tê şandin.
Herwiha kompaniya SpaceX ku 18 sal berê hatiye avakirin jî cara yekem moşeka bi muretebat dişîne fezayê.
NASAyê ragihand ku dema pekandina moşeka SpaceXê dê ji ber metirsiya belavbûna vîrusa koronayê temaşevan neyên qebûl kirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin