Nahît Eren, car din wekî Serokê Baroya Diyarbekirê hat hilbijartin
10 cotmeh 2022 01:30
PeyamaKurd- Di hilbijartina Baroya Diyarbekirê ya 48emîn a asayî de Nahît Eren ê ku Serokê Baroya Diyarekirê bû, car din wekî serok hat hilbijartin.
Hat ragihandin ku di hilbijartinên hatin lidarxistin de Nahît Eren, Muhlîs Ogurgul û Cengîz Baysal ji bo serokatiya Baroya Diyarekirê wekî rikeber bûne.
Li gorî agahiyên hatin parvekirin, 2043 endamên Baroyê deng dane û Serokê niha yê Baroyê Nahît Eren ê ku beşeke mezin a dengan bi dest xistiye, dîsa wekî Serokê Baroya Diyarekirê hatiye destnîşankirin.
Hat zanîn ku di heman demê de îro li Baroyên Dêrsim û Rihayê jî hilbijartinên Baroyan hebûne û di wan hilbijartinan de jî serok û rêberên nû hatine destnîşankirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Nahît Eren ji Baroya Diyarbekirê vekisiya: ‘Nefesa Kurd û Kurdistanê ye’
30 tbx 2024
Cîhan
Serokê Baroya Amedê Aydin: OHAL wekî xeyaletê didome
02 mjd 2019
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin