Nadiya Murad, ji bo Singalê bang li civaka navneteweyî kir
PeyamaKurd- Nadiya Murad a ku xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê ye û Balyoza Niyeta Baş a Neteweyên Yekbûyî ye, li ser rewşa Şingalê bang li civaka navneteweyî kir. Nadiya Murad di banga xwe de xwest ku rêyên çareseriyê bên dîtin û sivîl bên parastin.
Çalakvana Kurd a Êzdî Nadiya Murad, li ser rewşa dawî ya li Şingalê û şer û pevçûnên di navbera YBŞ û Artêşa Iraqê de bang li civaka navneteweyî kir. Nadiya Murad di peyama ku belav kir de bal kişand ser koçberbûna dubare ya Kurdên Êzdî.
Nadiya Murad got: “Piştî çend salan a koçberiyê, ji ber şer û pevçûnên çekdarî yên niha li Şingalê diqewimîn, awareyên vê dawiyê careke din neçar dimînin ku malên xwe biterikînin. Ez bang li civaka navdewletî dikim ku destwerdanê bike û bi Hikûmeta Iraqê re kar bike da ku kêşeyên ewlehiyê werin çareserkirin û sivîl werin parastin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin