Nadal bû sampiyonê Roland Garrosê

10 hezîran 2019 00:50
Nadal bû sampiyonê Roland Garrosê

PeyamaKurd - Tenîsbazê Spanyolî Nadal wekî par dîsa reqîbê xwe yê awistiryayî Thiem têkbir û sê caran li ser hev, bi tevahî cara dozdemîn bû şampiyonê Roland Garrosê.

Di  yariya fînalê ya Rolland Garrosê ya li Parîsê tenîsbazê spanyolî Rafael Naal reqîbê xwe yê awistiryayî Dominic Thiem têk bir û bû şampiyon.

Nadal vê şampiyoniyê re bû cara dozdemîn ku dibe şampiyonê Roland Garrosê û kete tarîxa tenîsê.

Tenîsbazê spanyolî Nadalê 33 salî bi vê şampiyoniyê re bû xwediyê 2.3 milyon euroyî.