Nacî Gorur, li ser herdu erdhejên îro hisyar kir!
12 gulan 2023 20:00
PeyamaKurd- Îro li navçeya Saimbeylî ya Edeneyê li peyî hev 2 erdhejên bi lerza 4,5 û 4,3yan çêbûn. Piştî erdhejan Prof. Dr. Naci Gorur bal kişand ser xeta Goksunê ya Mereşê.
Li gorî agahiyên li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Karesatan a Tirkiyeyê (AFAD), saet 11:33yan de erdhejek bi lerza 4,5an çêbû ku navenda wê navçeya Saimbeylî ya Edeneyê bû.
3 deqe piştî vê erdhejê ango saet di 11:36an de bi lerza 4,3yan erdhejeke din jî çêbû.
Naci Gorur, piştî van erdhejan di hesabê xwe yê medyaya civakî de bal kişand ser zora ku li xeta Goksunê dike û got,
“Li Topallar û Saimbeyliyê bi lerza 4,6an erdhej çêbûn. Zor li xeta Goksunê dike.”
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Nacî Gorur pistî erdhejê hisyarî da
26 cot 2025
Cîhan
Nacî Gorur, ji bo erdhejê hisyariya Dêrsimê da
08 sbt 2024
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin