Musavat Dervisoglu di kongrê de bû serokê IYI Partiyê
28 nîsan 2024 01:12
PeyamaKurd – İYİ Parti kongra xwe ya 5em kir û di cara sêyem ya dengdanê de Musavat Dervişoğlu li hemberê namzedê din Koray Aydın bi ser ket û bi 611 dengan bû serokê İYİ Partiyê. Koray Aydın jî 548 dengan bi dest xist.
Di encama kongrê de seroka berê ya İYİ Partiyê Meral Akşener axaftina xwe ya dawî kir û bi gotina John F. Kennedy dawî li axaftina xwe anî:
“Hezar bavên serkeftinê hene lê têkçûn sêwiye.”
Müsavat Dervişoğlu di sala 1960an de li Ankara hatiye dinyayê. Xwendina xwe ya bilind li zankoya îqtîsadê kiriye, di şîrketan de rêvebirê kiriye, bûye cîgirê seroka İYİ Partiyê Meral Akşener.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin