Muqteda Sedir, rexne li Dadgeha Federal a Iraqê kir
16 gulan 2022 20:01
PeyamaKurd-Rêberê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir; îro gotareke bi vîdeo belav kir û bi rêya vê gotarê, rexne li Dadgeha Federal a Iraqê kir. Sedir got, ‘Biryarên Dadgeha Federal, siyasî ne.’
Muqteda Sedir, bi rêya vîdeoyê diyar kir ku Iraq venagere ji bo dema beşkirinê û ji sisiyan yek ên rêgir, nahêlin ku hikûmeta nû were damezirandin. Sedir got, “ Hezar caran naxêr! Em li gel we rêk nakevin.” Muqteda Sedir da zanîn ku xirabkarî gihîştiye asteke wisa ku rêgiriyê li berjewendiyên xelkê dike û piraniya siyasetmedarên Iraqê bûne nimûneya gendeliyê û xelkê Iraqê jî ji ber hejariyê dinale.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin