Muhammed Seman ê Tirkmen bû waliyê Kerkûkê
Piştî pejirandina îstîfaya Waliyê Kerkûkê Rebwar Taha, Muhammed Seman ê Tirkmen wek waliyê nû yê Kerkûkê hat tayînkirin. Saman got: "Me dawî li hesreta xwe ya 100 salî anî."
RûpelNews - Endamên encûmena Parêzgariya Kerkûkê bi mebesta guhertina waliyê bajêr kom bû.
Ji 14 endaman 12 kes ji bo Serokê Bereya Tirkmenan a Iraqê Muhammed Seman 'dengê erê' dan û Seman ê Tirkmen û parêzgarê nû yê Kerkûkê. Seman ê ku piştî îstîfaya Rêbwar Taha yê YNKyî hat ser karê xwe yê nû got: "Me hesreta xwe 100 salî dawî anî û niha Tirkmenekî parêzgarê Kerkûkê ye."
Mihemed Seman piştî erkdarkirina karê xwe yê nû di yekemîn daxuyaniya xwe de ku bi Tirkî û Erebî axivî got, "Me salek berê sozek dabû. Îro, li Kerkûkê, me ev pêvajoya dîrokî gihand dawiyê û dawî li hesreta sedsalî anî. Bila tevahiya neteweya Tirkmenan pîroz be. Niha Tirkmenekî parêzgarê Kerkûkê ye. Ez li vir ne tenê ji bo temsîlkirina komek an beşekê me. Ez ê bibim xizmetkarê hemû Kerkûkiyan, Kurd, Ereb, Tirkmen û Mesîhiyan."
