Motorsiklêteke bombebarkirî li ber avahiya PYDê hat teqandin

05 tîrmeh 2021 17:21
Motorsiklêteke bombebarkirî li ber avahiya PYDê hat teqandin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro duşemê motorsiklêteke bombebarkirî li kolana giştî ya navçeya Şedadê ya Hesekê hat teqandin.

Li gorî zanyariyên ji herêmê, motorsiklêteke bombebarkirî li kolana giştî ya navçeya Şedadê ya parêzgeha Hesekê teqiya ku teqîn li nêzîkî avahiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya Şedadê rû daye.

Çavkaniyên herêmê didin zanîn ku di encama teqînê de tenê zirarên madî çêbûne, ti ziyaneke canî çênebûye.