Molotof Kokteylê avêtin barê: 11 mirî

23 tîrmeh 2023 02:46
Molotof Kokteylê avêtin barê: 11 mirî

PeyamaKurd - Li bakûrê Meksîkayê li eyaleta Sonorayê li ser sînorê Amerîkayê, li bajarokê San Luis Rio Coloradoyê di şevê de bi Molotof kokteyl avêtin ser barekî. Di encama êrîşê de agir bi barê ket û kesên di hundirê barê de bûn 11 kes ji wan şewitîn, can dan û 4 kes jî birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê û birîndaran birin nexweşxanên navçê û nexweşxanên Amerîkayê.

Li gor ragihandina serdozgerê eyaleta Sonorayê; kesê ku êrîş kiriye demekî kurt berê çûye heman barê, jinên muşterî aciz kiriye û wezîfedarên barê wî derxistine derve. Kesê gumanbar miqdarekî zêde alkol vexwariye û ji bo girtina wî hêzên asayîşê lê digerin.