Mithat Sancar bang li civaka navdewletî kir: Komkujiya Helebce wek jenosîd nas bikin

16 adar 2021 19:05
Mithat Sancar bang li civaka navdewletî kir: Komkujiya Helebce wek jenosîd nas bikin

PeyamaKurd – Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, di civîna koma partiya xwe ya parlamentoya Tirkiyê de axivî û bang li hêzên civaka navdewletî kir komkujiya kîmyabarana Helebceyê wekî jenosîd pênaseyê lê bikin.

Sancar di 33yemîn salvegera kîmyabarana 16ê Adara 1988an a rejîma Beas a Iraqê bi ser Helebceyê de got: “Em bi îbret temaşe dikin ku hêzên navdewletî vê pênaseyê qebûl nakin. Em car din bang li civaka navdewletî dikin, Helebceyê wekî jenosîd nas bikin. Êşa ku wê rojê hate jiyandin îro jî weke xwe maye.”

Mîthat Sancar herwiha bal kişand êrîşên ser Efrîn, Kobanê û bûyerên Cizîrê û got, ev komkujî di heman demê de ji bo yekrêziya gelê Kurd berpirsiyariyeke dîrokî didin ser milên me.