Mistefa Ebîd bû serokwezîrê nû yê Lubnanê
PeyamaKurd – Piştî karvekêşana hikûmeta Lubnanê piştî teqîna Beyrûdê, Serokomarê Lubnanê erka avakirina hikûmeta nû da Balyozê Berlînê yê Lubnanê Mistefa Edîb.
Serokomarê Lubnanê Mişel Ewn piştî pesendkirina navê Mistefa Edîb di parlamentoyê de, ragihand ku serokwezîrê nû yê Lubnanê Mistefa Edîb e.
Ragihandina serokwezîrê Lubnanê beriya bi rojekê ya serdana Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron a bo Lubnanê hat ku daxwaza lezandina avakirina hikûmetê dikir.
Serokwezîrên berê yên sunî li Lubnanê Fuad Sinyora, Temam Selam, Necib Mikati û Saad Harirî jî piştevaniya xwe bo Mistefa Edîb ragihandin û bi beyanameyekê hêvîya avakirina bilez a hikûmetê û danîna planeke çareseriya pirsgirêkan anîn ziman.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin