Misirê li peravên Behra Spî baregeheke leskerî ya 'stratejîk' ava kir

05 tîrmeh 2021 02:51
Misirê li peravên Behra Spî baregeheke  leskerî ya 'stratejîk' ava kir

PeyamaKurd – Misirê li herêma Cercûb a dikeve bakurê rojavayê welêt, baregeheke nû ya Hêzên Deryavaniyê li peravên Behra Spî vekir.

Hat ragihandin ku wê baregeha nû ya Misirê xwedî pêgeheke stratejîk be û ewlehiya bakur û rojavayê Misirê dabîn bike.

Serokê Misirê Ebdulfettah el Sîsî, doh 3yê Tîrmehê di dema vekirina baregeha leşkerî amadehî kir.

Berdevkê Serokmariya Misirê Bessam Radî di merasîma vekirina baregehê de girîngiya stratejîk a baregehê anî ziman û ragihand, wê baregeh ne tenê ji bo xeteriyên ewlehiyê be, herwiha ji bo têkoşîna dijî koçberên neyasayî piştevaniyê bide hêzên Behreynê û hêzên Misirê yên li Derya Sor û Derya Spî.