Miriyên erdheja Fasê her diçe zêdetir dibin...
10 îlon 2023 14:26
PeyamaKurd - Miriyên erdheja mezin a ku doh 9ê Îlonê li welatê Mexrîbê (Fas) rû dabû her diçe zêdetir dibin. Erdheja doh danê sibehê ziyşaneke mezin li bajarê Merakeş û bajarên din ên bakurê rojavayê Mexirbê çêkiriye.
Wezareta Navxwe ya Mexribê ragihand, hejmara kesên di erdhejê de can dane derketiye 2 hezar û 12 kesan û hejmara birîndaran jî derketiye ser 2 hezar kesan.
Hêzên artêşê û ewlehiyê yên Mexrîbê ji bo rizgarkirina qurbaniyên di bin kavilan de mane, ber bi navçeyên erdhejê ve hatine şandin.
Hat ragihandin: “Desthilatdarên giştî li ser hewlên xwe yên ji bo rizgarkirin û derxistina birîndaran, rûbirûbûna bandorên vê karesata mezin hemû hewlên xwe didomînin.”
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Jimara miriyên erdheja li Fasê gihaye 2.681an
11 îln 2023
Jiyan
Jimara miriyên erdheja bajarê Marakesa Fasê giha 1037an
09 îln 2023
Teknoloji
Li Sûriyê nakokiyên navbera komên girêdayî Tirkiyê her diçe zêdetir dibin
19 îln 2024

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin