Mîrê Qeterê, ligel Serokwezîrê Lîbyayê civiya

10 îlon 2023 22:01
Mîrê Qeterê, ligel Serokwezîrê Lîbyayê civiya

PeyamaKurd- Hikûmeta Lîbyayê ragihand ku Mîrê Qeterê û Serokwezîrê Lîbyayê, li paytexta Lîbyayê Dohayê civiyan û geşedanên herêmî û têkiliyên dualî gotûbêj kir.

Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat diyarkirin ku Serokwezîrê Lîbyayê Abdulhamîd Dibeybe li Dohayê bi Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî re civiya.

Rayedarên hikûmeta Lîbyayê, li ser hevdîtinê daxuyaniya nivîskî da û got ku

"Di hevdîtina Serokwezîr Dibeybe û Mîrê Qeterê Şêx Temîm de gelek mijarên hevkariya hevpar ên di warên elektrîk, enerjiya rojê, binesazî, veguhestin û werzîşê de hatin gotûbêjkirin. Di hevdîtinê de li ser girîngiya hevahengiya li ser mijarên berjewendiya dualî, têkiliyên dualî, geşedanên siyasî yên herêmî û navneteweyî hat axaftin.”

Li gorî daxuyaniyê, herdu aliyan tekezî li ser pêwîstiya piştgirîkirina hewilên ji bo bidawîkirina nakokiyên li Sudanê û parastina yekîtî û aramiyê kir.