Mîranî: Iraq ber bi serê navxweyî ve diçe, em xwe navêjin ber agir!
PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî ji malpera Zeman re gotarek nivîsand û tê de rewşa dawî ya Iraqê nirxand.
Mîranî di gotara xwe de bal kişand ser nakokiyên navbera aliyên siyasî yên Iraqê diyar kir, heger wiha berdewam bike, wê rewş hîn aloztir bibe û heman wekî salên 80yî şerekî naxweyî yê mîna şerê Iraq-Îran û Lubnanê rû bide.
Mîran diyar kir ku em dê wekî Herêma Kurdistanê xwe navêjin ber agir û nebin sedema ziyangihandina destkeftiyên xwe.
Herwiha Mîranê da zanîn ku Serok Barzanî ji ber vê yekê ji bo kêmkirina tansiyonê û destpêkirina dîyalogê bangên xwe yên dûrketina ji xeteriyan berdewam dike.
Fazil Mîranî di nivîsa xwe de bibîr xistiye, “Em jî niha li Herêma Kurdistanê hewl didin bibin tovek ji bo bihêzkirina Iraqê. Her çiqas xiyanet li me kiribin û hewl dabin erda me bişewitînin jî em hîn jî niha amadekariya berevaniya dahatuyê dikin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin