Minbic | Dema serdana sanda Amerîkî teqîn: Gelek kustî hene

16 rêbendan 2019 20:21
Minbic | Dema serdana sanda Amerîkî teqîn: Gelek kustî hene

PeyamaKurd - Li Minbicê teqîn: Gelek kuştî û bi dehan birîndar hene.

Li navenda Minbicê li nêzîkî hêzên hevpeymaniya navdewletî teqîn çêbû.

Li gor agahiyên destpêkê di encama teqîna li navenda bajêr de, 6 kesan can da û 19 jî birîndar bûn. Hîn derbarê hêz û grûba êrîşkar de agahî nînin.

Li gor çavkaniyên herêmê teqîn dema serdana şanda hevpeymaniyê pêk hatiye.

Berpirsiyarê êrîşa Minbicê DAIŞê li xwe girt. Li gor ANHAyê 9 sivîl, 1 şervan û 2 leşkerên Amerîkayê di êrîşê de can dan.