Mîn bi pasdarên Îranê yên kemîn danîbûn ber kolberan de teqiya: Leskerekî can da

14 hezîran 2022 18:24
Mîn bi pasdarên Îranê yên kemîn danîbûn ber kolberan de teqiya: Leskerekî can da

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê, mîn bi leşker û pasdarên Îranê yên amadekariya êrîşa ser kolberên Kurd dikirin de teqiya û leşkerekî Îranê can da.

Li gorî zanyariyan, îro 14ê Hezîranê danê sibê komek leşker û pasdarên Îranê li devera sînorî ya Bêwran di kemîna komek kolberên kurd de, bûn lê mîn bi wan de teqiya.

Hat zanîn ku di encamateqînê de leşkerekî Îranê yê bi navê Mehdî Berziger can daye ku bixwe xelkê bajarokê Eher yê Tewrêzê bû.