Milyonerê amerîkî di êrîşa fîlan de mir

25 nîsan 2026 16:14

Ernie Dosio, karsazekî amerîkî yê 75 salî ku ji bo nêçîra cureyekî kêmpeyda yê antîlopan ketibû daristanên Gabonê, di êrîşa keriyek fîl de jiyana xwe ji dest da.

Milyonerê amerîkî di êrîşa fîlan de mir

RûpelNews - Li gorî raporteke The Guardian, bûyer li daristanên Lope-Okanda yên Gabonê qewimî, li cihê ku Dosio, bi rêberekî profesyonel re ji nişka ve rastî êrîşa pênc fîlan hat.

Dosio piştî ku di bin lingên fîlan de ma li cihê bûyerê mir, lê rêberê ku pê re bû bi birînên giran filitî.

Dosio, karsazekî 75 salî yê ku li Kalîforniyayê dijiya, bi salan e beşdarî çalakiyên nêçîrê yên ku li seranserê cîhanê wekî 'nêçîra trofe' têne zanîn, bûbû.