Milîsên Îranê gef li HSDê xwarin: Emê we ji Dêrazorê derxin!

16 îlon 2019 20:53
Milîsên Îranê gef li HSDê xwarin: Emê we ji Dêrazorê derxin!

PeyamaKurd – Milîsên ku li Sûriyê Îran piştevanî û alîkariya wan dike, gef li Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) xwarin û gotin, ew dê wan ji herêma rojhilatê Dêrazorê derxin.

Ev hefteyeke li herêma Dêrazor a Sûriyê ji aliyê rejîma Sûriyê û hêzên girêdayî Îranê ve hêzên leşkerî têne zêdekirin û rageşiya navbera hêzên rejîmê û herêmên bin kontrola HSDê zêde dibe.

Fermandarê hêza milîsên Îranê Fadî El Al Fays ku hevkarê rejîma Sûriyê ye û Fermandarê Lîwayên Al Baqrî ye, ragihand ku ew dê herêmên Rojhilatê Firatê û Dêrazorê yên di destê HSDê de ji wan bistînin û îdia kir ku Rûsya jî bi wan re hemfikir e.

Lîwaya El Baqrî ku ji endamên eşîra Bakarayê ne û girêdayî Îranê ne, herwiha nêzîkatiya wan a Hizbûllaha Lubnanê jî heye ku ew jî li Sûriyê li kêla rejîmê şer dikin.