Mijara Efûyê ya Tirkiyê ma pistî hilbijartinê

02 hezîran 2019 00:36
Mijara Efûyê ya Tirkiyê ma pistî hilbijartinê

PeyamaKurd- Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdoğan û wezîrê dadê Abdulhamit Gül di mijara efûyê de axifîn. Erdoğan weha got:

“Niha wezareta me ya dadê di vê mijarê de xebatê dike. Ez temennî dikim ku kesên nêzî we bikevin ber vê xebatê. Nabe em herkesî serbest berdin. Bo kesên ku bên berdan xebata wezareta me heye. Kesên ku yên berdanêbin wê piştî hilbijartinê, di dema meclîs vebû dê were rojevê.”

Wezîrê dadê Abdulhamit Gül jî li ser mijarê axifî û weha got:

“ Di raya giştî de mijara tehliya bi şert û berdana bi kontrolê tevîhev dikin. Teklîfa MHP ê jî ne efûye. Zarokên xwe kuştiye, dizî kiriye, îstîsmarê kiriye û hwd. Em dixwazin di sîstema înfazê (tenfîz) de, bi miqdarê ku kes aciz nebe, di wê sîstemê de xebatê bikin. Eger meclis jî qebûl bike, di vê mijarê de pêşniyarên me hene. Weka serokkomarê me do got; li ser înfazê, bo yên bi heml, yên bi zarok helbet di leha azadiyê de xebatekî bikin. Jina pîr, mînak zarokên wê hene. Mijarên weka înfaza li malê, înfaza dawiya hefteyê. Efû bergiriyê li kirina sûcan nake. Li ser înfazê xebata me heye. Eger meclis qebûl bike li ser sîstema înfazê xebata me heye.”