Mijarên nîqasê yên civîna Lijneya Wezîran askere bûn
PeyamaKurd - Lijneya Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi beşdariya Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civîna xwe ya heftane ya asayî li dar dixe.
Di civîna ku îro di demjimêr 11:00ê dest pê kir de, wê 4 mijarên gring û bi taybetî jî pirsgirêka nefta Herêma Kurdistanê bêne gotûbêjkirin.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di beşa yekem a civînê de, wê raporta sala duyem a hikûmetê ya di derbarê cîbicîkirina plana mafên mirovan a salên 2021-2025an ku ji aliyê Komîsyona Bersivdana Raportên Navdewletî ve tê pêşkêşkirin bê nîqaşkirin.
Di beşa duyem a civînê de, wê Wezîrê Çandinî û Çavkaniyên Avê Bêgerd Talebanî, raporta ku di derbarê helwesta hikûmeta federal ya Iraqê ya di derbarê kirîna genimê cotkarên Herêma Kurdistanê de hatiye amadekirin pêşkêş bike.
Di dawiya civîna Lijneya Wezîran de jî wê geşedanên dawî yên di derbarê destpêkirina henartina nefta Herêma Kurdistanê û pêşniyara Wezareta Ûzeyê ya Herêma Kurdistanê ya ji bo kêmkirina deynên berhevkirî bê gotûbêjkirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin