Mîhrîcana Feqiyê Teyran di sala 2022yan de li Diyarbekirê tê lidarxistin

04 hezîran 2021 14:05
Mîhrîcana Feqiyê Teyran di sala 2022yan de li Diyarbekirê tê lidarxistin

PeyamaKurd –  Ji aliyê 7 saziyên civakî, çandî û hunerî, Mîhrîcana Feqiyê Teyran ku wê di sala 2022yan de li Diyarbekirê bê lidarxistin, hat ragihandin. 

Li avahiya Navenda Hunerê ya Mordem a li navçeya Peyasê, Odeya Bazirganî û Senayiyê ya Diyarbekirê (DTO), Weqfa Alîkariya Mirovî û Koçberiyê, Wêphotos, Navenda Hunerê ya Mordem, Atolye A4, Wêjegeh Amed û Kolektîfa Hunerê ya Merkezkaçê do bi daxuyaniyekê diyar kirin, wê di Nîsana 2022yan de li Diyarbekirê Mîhrîcana Feqiyê Teyran a Çand, Huner û Xwezayê ya Navnetewî li dar bixin.

Endamên sazî û dezgehên sivîl ên civakî, pêkhateyên mîhrîcanê û welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de Berpirsyarê Wêjegeh Amedê nivîskar Lal Laleş û Serokê DTO’yê Mehmet Kaya axivîn.