Mihemed Ehmed Erbîlî îro ji ber nexwesiyê koça dawiyê kir

20 hezîran 2022 16:31
Mihemed Ehmed Erbîlî îro ji ber nexwesiyê koça dawiyê kir

PeyamaKurd – Hunermendê Kurd ê navdar Mihemed Ehmed Erbîlî, îro ji ber nexweşiyê koça dawiyê kir.

Hat ragihandin ku Hunermend Mihemed Ehmed Erbîlî nêzîkî salekê ye ji ber nexweşiyê li nexweşxaneyê di bin çavdêriya bijîşkî de ye û îro jî li Hewlêrê koça dawiyê kir.

Hêjayî gotinê ye, hunermendê Kurd Mihemed Ehmed Erbîlî sala 1933an li bajarê Hewlêrê ji dayik bû û yek ji stranên navdar ên Mihemed Ehmed Erbîlî, strana (Yalla Şofêr) e ku gotin û muzîk jî yên wî ne û ji aliyê gelek hunermendan ve hatiye gotin ji wan jî Hesen Zîrek û Îbrahîm Tatises e.