Midûriyeta Ciwanî û Sporê ya Amedê Amedspor da îcrayê û dest danî ser dahatên wê
PeyamaKurd - Bi sedema ku tîma Amedsporê kîraya Stada Diyarbekirê ku maçên xwe lê dilîze nedayê dest danîne ser dahatên Amedsporê. Rêveberiya Amedsporê bertek nîşanî biryarê da, “li bajarekî din midûriyetên ciwanî û werzişê mueyîdeyên wisa giran li dijî tu tîmên din nakin.”
Bi sedema ku tîma Amedsporê kîraya Stada Diyarbekirê ku maçên xwe lê dilîze nedaye, Midûriyeta Ciwanî û Sporê ya Bajarê Amedê îcra şand ji klûbê re û dest danî ser dahatên tîmê.
‘LI BAJAREKÎ DIN MIDÛRIYETÊN CIWANÎ Û WERZIŞÊ MUEYÎDEYÊN WISA GIRAN LI DIJÎ TU TÎMÊN DIN NEKIRINE’
Rêveberiya Amedsporê derbarê mijarê de daxuyaniyek da: “Ji dêvala ku xebatên tîma me hêsan bike klûba me xistine rewşeke xirab. Li bajarekî din midûriyetên ciwanî û werzişê mueyîdeyên wisa giran li dijî tu tîmên din nekirine.”
‘ARMANCA STADA BAJÊR TEŞWÎQKIRINA WELATIYÊN BAJÊR BO WERZÎŞÊ YE’
Di beşeke din a daxuyaniyê de tê hatiye gotin: “Armanca stada bajêr ku bi bacên welatiyên bajêr hatiye çêkirin, teşwîqkirina welatiyên bajêr bo werzîşê ye. Divê stadên wiha ji bo pêşdebirina werzîşa bên were bikaranîn. Armanca saziyên wiha jî ev e ji xwe. Rast e klûba me ji aliyê aboriyê ve di rewşeke xirab de ye lê dereng an jî zû em dê deynên xwe bidin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin