Midûrê Emniyetê ji diziya alîkariyên erdhejê hat binçavkirin û berdan

05 adar 2023 20:38
Midûrê Emniyetê ji diziya alîkariyên erdhejê hat binçavkirin û berdan

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku midûrê emniyetê (asayîş) yê li bajarê Dîlokê ji bo hevkariya mexdûrên erdhejê hatibû peywirdarkirin, ji ber diziya alîkariyên bo mexdûrên erdhejê hat binçavkirin.

Li gorî zanyariyên medya Tirk midûrê asta 4em ê emniyetê yê bajarê Tekirdagê bi navê YadîgarI. ji bo hevkariya mexdûrên erdhejê bo navçeya Islahiye ya Entabê hatiye şandin û 26ê Sibatê jî peywira wî bidawî bûye û vegeriyaye Tekirdarê.

Hat ragihandin ku wî midûrê emniyetê gelek alîkariyên bo mexdûrên erdhejê hatibûn şandin, bi xwe re birine Tekirdagê û piştî ku ev diziya wî tespît bûye jî hatiye binçavkirin.

Li gorî nûçeya Haberturkê di nav kelûpelên dizîne de, jenerastor û çadirên bo mexdûrên erdhejê jî hebûn.

Yadigar I. piştî wergirtina îfadeyê û lêpirsîna serdozgeriyê ji aliyê dadgehê ve bi şertê kontrola edlî hatiye berdan ku dozgeriyê îtiraz li vê biryarê kiriye.