Miçotakis bi Trump re bi telefonê axifiye

28 tebax 2020 23:40
Miçotakis bi Trump re bi telefonê axifiye

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump bi serokwezîrê Yûnanistanê bi Miçotakis re axifiye lê tişteka dinê balê dikşîne ku Amerîka cîhazekî telefonê ya taybet daye Miçotakis. Axaftina Trump û Miçotakis duhî çêbûye û li ser cihaza telefonê weha nivîsandiye: “Hişyarî! Malê hukumeta Amerîkaye”

Trump di axaftina xwe de bo Miçotakis û Tirkiyê banga diyalogê kiriye. Cîgira berdevkê Koşka Sipî Judd Deere duhî bi awayekî nivîskî ragihandibû ku di navbera Miçotakis û Trump de axaftinekî bi telefonê hatiye kirin.

Trump hem ragihandibû ku ji dijberiya navbera du hevkarên NATO yê Yûnansitan û Tirkiyê, li ser mijara rojhilatê Derya Sipî bi endişeye.

Îro wezareta bergiriyê ya Tirkiyê ragihand ku duhî balafirên şer yên Yûnansitanê li Girava Giritê xwestine keştiya sîsmîkê ya Tirkiyê tacîz bikin lê balafirên Tirkiyê pêşî li balafirên Yûnansitanê girtine.