MHP: Dema şert guncaw bin parlamento li erka xwe dê rabe
Cîgirê Serokê MHPê Semih Yalçın derbarê gavên yasayî yên ji bo proseya aştiyê ya mijara Kurd de tên payîn de got: "Dema ku şert û merc guncaw bin, Parlamentoya Tirkiyeyê dê li erka xwe rabe û xebatên yasayî yên pêwîst dê bên kirin."
RûpelNews - Cîgirê Serokê MHPê Semih Yalçın, di daxuyaniyeke nivîskî de qala pêvajoya çareseriyê a derbarê pirsgirêka Kurd de kir û bal kişand ser gavên pêwîst ên yasayî.
Yalçin diyar kir prose di civakê de piştgiriyeke mezin dîtiye û fersendeke mezin derketiye holê.
Di daxuyaniya nivîskî de wiha hat gotin: "Tirkiyeyeke ji terorê azad ji bo her kesî û her sektorî girêdêr e; ji ber vê yekê, ev pêvajo dê bidome. Dema ku şert û merc guncaw bin, parlamento jî dê bikeve dewrê û tedbîrên yasayî yên pêwîst dê bên girtin."
