Mezlûm Ebdî: Nêzîkbûna Enqere û Samê pir xeternak e!
PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, di axaftina xwe ya komxebata Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) de, ragihand ku Tirkiye bi destûrdana hatina Efrînê ya Heyet Tehrîr Şam (El Nûsra ya berê) re dixwaze cihê xwe mayînde bike û got: “Tişta herî xeternak li herêmê dagirkirina herêmên Sûriyê ji aliyê Tirkiyê ve ye. Ya din jî nêzîkbûna Tirkiye û hikûmeta Şamê ye.”
Mezlûm Ebdî ku bi rêya Zoomê beşdarî komxebata MSDê ya li navçeya Şehba ya Efrînê bû, li ser armancên deshilata çekdarên HTŞê li Efrînê diyar kir: “Piştî ku dagirkeriya Tirk di ferzkirina siyaseta xwe de li Efrîna dagirkirî bi rêya çeteyan bi bin ket, El-Nûsra derbas kir.. Bi vê dixwaze bi awayekî mezintir ajandeyên dagikeriyê pêk bîne û îro planên xwe bi rêya rêxistina El Qaîde pêk tîne.”
Ebdî da zanîn, “Efrîn ne tenê ji aliyê dagirkeriya Tirk ve, lê belê bi komployeke mezin ya ji aliyê hemû welatên cîhanê ve hat dagirkirin.”
Mezlûm Ebdî da xuyakirin ku divê tawanên bi destê Tirkiyê hatine kirin werin teşhîrkirin û got, Tirkiyeya ku li Sûriyê binketî ye, hewl dide xwe nêzî Şamê bike û wiha axivî: “Tişta herî xeternak ku herêm tê re derbas dibe, dagirkirina herêmên Sûriyê ji aliyê Tirkiyê ve ye. Ya din jî nêzîkbûna dewleta Tirk bi hikumeta Şamê re ye.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin