Mezintirîn stadyûma cîhanê tê avakirin

10 sibat 2026 11:50

Stadyuma herî mezin a cîhanê li Viyetnamê bi budceyeke 38 milyar dolarî tê avakirin.

Mezintirîn stadyûma cîhanê tê avakirin
RûpelNews -

Vietnam armanc dike ku bibe navendeke nû ji bo çalakiyên werzîşê li Asyayê. Stadyuma Trong Dong, ku dê bi kapasîteya xwe ya 135,000 kesî rekoran bişkîne, ne tenê wekî veberhênaneke werzîşê ji bo Vietnamê, lê di heman demê de wekî gavek ji bo derxistina welêt li ser qada cîhanî jî tê dîtin. Stadyûm ji bo projeya "Bajarê Werzîşê yê Olîmpîk" a 38 milyar dolarî xwedî girîngiyeke mezin e.

Li gorî agahiyên ku di çapemeniya brîtanî de hatine ragihandin, rêveberiya Hanoiyê di Kanûna borî de projeya "Bajarê Werzîşê yê Olîmpîk" a ku stadyûm jî di nav de ye, pesend kir. Tê payîn ku lêçûna giştî ya vê veberhênana mezin, ku herwiha deverên niştecihbûnê, tesîsên werzîşê yên pir-armancî û binesaziya veguhastinê jî di nav xwe de dihewîne, nêzîkî 38 milyar dolar be.

Dema ku were temamkirin, Stadyûma Trong Dong dê Stadyuma Rungrado 1 May a Koreya Bakur, ku niha bi kapasîteya xwe ya 114,000 kesî rekorê digire, derbas bike. Proje dê herwiha Stadyûma Hassan II ya bi kapasîteya 115,000 kesî, ku ji bo Kûpaya Cîhanê ya 2030an li Marokoyê tê plankirin, derbas bike û bibe ya yekem.

Şêwaza mîmarî ya stadyûmê ji defika bronz a Dong Son, yek ji sembolên girîng ên dîroka Vietnamê, îlhama xwe girtiye. Berpirsên projeyê diyar dikin ku avahî dê ne tenê bi kapasîteya xwe, lê her wiha bi banê xwe yê herî mezin ê vedîtî yê cîhanê, sîstemên enerjîparêz û materyalên jîngehparêz jî derkeve pêş.

Rayedar, bi nîşandana avahiyên îkonîk ên wekî Stadyûma Wembley a li Brîtanya û Stadyuma Lusail a li Qeterê wek mînak, dibêjin ku ev veberhênan dê ne tenê prestîjeke werzişî, lê her wiha prestîjeke siyasî û aborî jî ji Vietnamê re bîne.

Stadyûma Trong Dong, ku bingeha wê di Kanûnê de hat danîn, armanc dike ku binesaziya pêwîst ji bo Vietnamê peyda bike da ku di pêşerojê de mazûvaniya bûyerên parzemînî yên wekî Kûpaya Cîhanê û Lîstikên Olîmpiyatê bike. Piştî temamkirinê, Vietnam armanc dike ku bibe navendeke nû ji bo çalakiyên werzîşê li Asyayê.